Flake: Piştî Pejirandina Tirkîyê ya Endamtîya Swêdê ya NATO Emê jibo Firotina F-16'an Bilezînin

Balyozê Amerîka yê li Enqerê Jeff Flake got ku piştî Serokê Tirkîyê endamtîya Swêdê ya li NATO îmza bike wê Kongresa Amerîkî jibo firotana firokên F-16 yên jibo Enqerê bilezîne.

Flake ji Reutersê re got ku dema Washington belgeya fermî ya ser erêkirina endamtîya Swêdê ya li NATO bistîne, ewê Wezareta Derve ya Amerîka ser firotana firokên F-16 yên 20 mîlyar dolarî Kongresê agahdar bike.

Parlamana Tirkîyê piştî peyvajoya 20 mehan protokola ser endamtîya Swêdê ya li NATO erê kir. Bo peyvajoya temam bibe divê Erdogan jî endamtîya Swêdê ya li NATO îmza bike.

Flake, ku berê senatorekî Komarî bû, ji Reutersê re dîyar kir ku ew li bendê ye Erdogan heta çend rojan endamtîya Swêdê bipejirîne.

‘’Parlamanê gav avêt, niha ti sedema ku Tirkîyê bisekinîne tuneye. Jiber vê yekê, gava erêkirin gihişt Washington, ewê Kongre bi awayekî fermî were agahdar kirin.’’

Wî dîyar kir ku Swêdê jibo ewlekarîya Tirkîyê gavên pir rêwa avêtine û got ku kesên ser firokên F-16 yên jibo Tirkîyê ketine fikaran bi komîteyên peywendîyên derve yên Civata Senatoran û Civata Nûneran re danûstandinê dikin.

Hem Erdogan hem endamên Kongresê gotibûn ku ger Tirkîyê endamtîya Swêdê ya li NATO bipejirîne ewê Kongres firotana firokên F-16 erê bike.

Serokê Amerîka Joe Biden bi nameyekê ji her du civatên Kongresê re dîyar kir ku piştî temambûna peyvajoya endamtîya Swêdê ya li NATO ew dixwazin Kongresê ser firotona firokên F-16 yên jibo Tirkîyê agahdar bikin.

Qesira Sipî dîyar kiribû ku ew jibo firokên F-16 yên 20 mîlyar dolarî û 79 kîtên modernîzasyonê bi Kongresê re danûstandinê dike.

Enqere daxwaza ya ser firokan sala 2021’an ji Amerîka re gotibû lê hem kêşeyên ser firehbûna NATO û hem jî binpêkirina mafên mirovan rê li ber pêşveçêna peyvajoyê girtin.

Jêder: Reuters, VOA