Çaverê Ye Parlamana Fînlandîya Îro Sêşemê Ser Endamtîya bo NATO Dengdanê Çêke

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku çaverê ye Parlamana Fînlandîya îro Sêşemê ser endamtîya bo NATO dengdanê çêke.

Serokomarê Fînlandîya û hikûmeta wê di dawîya hefteyê de bi awayekî fermî gotibûn ku ewê bo endamtîyê serî li NATO bidin, lê bo biryarê pejirandina parlamanê pêwîst e.

Danûstandinên ser endamtîya bo NATO li parlamanê do Duşemê destpê kirin û rûniştina yekê bi qasî 14 saetan ajot.

Komîteya Wezareta Derve ya Fînlandîya îro Sêşemê piştî guhdarkirina pispor û 10 komîteyan bi yekdengî biryar da ku ew wek hikûmetê difikire û divê ew bo enamtîyê serî li NATO bidin.

Parlamana Fînlandîya dê piştî nîvro jî ser endamtîya danûstandinê bike û ger endameke wê dijî endamtîyê be ewê dengdan çêbe.

Reutersê ji zarê endamên parlamana Fînlandîya ragihand ku ewê parlaman îro dengên xwe bidin.

Şerê Rûsya û Ukrayna di 24'ê Sibatê de destpê kir û ji wê çaxê vir ve Swêd û Fînlandîya bo bibin endamên NATO danûstandinê dikin.