Revenda Kurdî Li Finlandayê Festîvala Çand û Hunerê Lidar Dixe

Revenda kurd li welatê Filandayê festîvalek bi navê "Kurd dostên xwe jibîr nakin" lidar xist.

Ev festîval roja Şemiyê 26 Tebaxa 2023an li Helsînkî pêk hat.

Festîval bi hemû rengên çanda kurdî hate xemalandin ji stran, mozîk , helbest, cil û berg û xwarina kurdî jî.

Jimarek ji hunermendên kurd ji welatên cuda beşdarî wê bûn.

Vekirina programê bi sirûda neteweyî ya Kurdî "Ey Reqîb" destpê kir û piştre bi helbesta "Te’rîb" (bar ken biron) ya helbestvanê kurd yê naskirî Ebdulla Peşêw.

Her wiha jî pêşangeha hunerî ya : Bahadîn Şêx Kerîm, Mihemed Fetah û Rênas Arif vebû.
Di nav çalakiyan de jî panelên guftûgo jî hebûn, wek" Kurd dostên xwe ji bîr nakin" bi fînlandî û înglîzî, û "Bihêzkirina lobiya kultûra Kurdî li diyaspora".

Ji bilî wan jî pêşanghea pirtûkên kurdî û dîlan û sema kurdî jî hebûn.

Ev festîval dixwaze roniyê bide ser civaka kurdî li Filanda û peywendiyên wê bi gelê wî welatî re.