Fînlandîya Dibêje Rûsya Berê Koçberan Dide Ser Tixubê Wê

Tixubê Rûsya û Fînlandya li Salla ya bakurê Fînlandîya (Arşîv)

Fînlandîya îro Sêşemê dîyar kir ku Rûsya berê koçberan dide tixubê wê û ewê hember wê rewşê tedbîrên xwe xurt bike.

Serokwezîrê Fînlandîya Petteri Orpo bi preskonferansekê dîyar kir ku Rûsya destûr dide koçberan ku ew bê ku belgeyên wan yên rêwîtîyê hebin herin sînor.

Orpo got ku eşkere ye ku parêzvanên sînorî yên Rûsî koçberan heta sînoran dibin yan jî ew bi rêkên din têne veguhestin.

Orpo dîyar kir ku rewş nîşan dide ku divê ew ewlekarîya sînorê li rojhilat xurttir bikin.

Wezîra Navxweyî ya Fînlandîya Mari Rantanen jî dîyar kiribû ku ewê hazirîya bernivîsekê didin ku rê dide karbidestên li sînor ku hin rêkan bigirin.

Karbidestên li sînorê Fînlandîya dibêjin ku hejmara kesên ji Rûsya hatine vê hefteyê zêde bûne.

Karbidestên Fînlandî didin zanîn ku ji Duşemê vir ve 60 koçber ji Rûsya hatine.

Li gor agahîyên karbidestan ji 1’ê Tebaxê heta 12’ê Mijdarê 91 kes bê belge hatine sînor.

Fînlandîya sala borî bernivîseke ser rawestandina pêla koçberîyê pejirand.

Sînorê Fînlandîya, ku endama NATO ye, û Rûsya 1340 kîlometre ye.

Jêder: Reuters