Li Gor Agirbesta Gaza, 33 Rehîne Dê Serbest Bibin

Çalakî Bo Serbest Kirina Rehîneyên Îsraîlî yên di dest Hamasê de

Hikûmeta Îsraîlî piştî nîva şeva Înê li ser Şemiyê plana agirbestê ya bi tevgera Hemasê ya Filistînî re li hev kir, ku li gorî naveroka plana agirbestê, dîlên Îsraîlî yên li Gaza girtîne dê serbest werin berdan li hember berdana girtiyên filistînî yên ji aliyê Îsraîlê de digirtîne.

Di daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu de hat gotin ku "Hikûmetê plana azadkirina rehîneyan pejirand."

Di daxuyaniyê de hat gotin ku "plana azadkirina rehîneyan dê roja Yekşemê 19ê Çileya 2025an bikeve di warê cîbicîkirinê de."

Tevî ku Qeter û Amerîka roja Çarşemê rêkeftina agirbestê ragihandin bû, lê artêşa Îsraîlê êrîşên xwe yên esmanî li ser Kerta Gazayê domand bûn ku Îsraîlê êrîşên xwe weke bersivdana li dij êrîşên çekdaî ragihandbû.

Li gorî Wezareta Tenduristî û Berevaniya Sivîl li Gaza, di êrîşan de zêdetirî 110 kes hatin kuştin, ji wan 60 jin û zarok.

Rêkeftin di qonaxa yekem de ku dê şeş hefteyan dirêj bikêşe, azadkirina 33 rehîneyên li Gazayê di hember azadkirina bi sedan girtiyên Filistînî li Îsraîlê.

Di vê qonaxa yekem de dê bi temamî bidawîkirina şer bihê gotûbêjkirin.

Hikûmeta Îsraîlî ragihand ku gera pêşî ya serbest kirina rehîneyan de dê roja Yekşemê bi encam bibe û malbatên kesên dîl hatine agahdarkirin û amadekarî ji bo pêşwaziya wan hatine kirin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu roja Înê ragihand ku ji bo vegerandina rehîneyên li Gaza lihevkirinek çêbûye.
Roja Înê, rayedarên Îsraîlî navên 95 girtiyên ku dê roja Yekşemê bên berdan, eşkere kirin, ku piraniya wan jin û biçûk in, piranî ew in, yên ku piştî 7ê Cotmehê hatine girtin.

Rayedaran got ku wan tedbîrên pêşwext standine "ji bo pêşîgirtina li her pîrozbahiyek kêfxweşî ya eşkere" ya berdana rehîneyan.

Li gorî rayedarên Parîs herdu rehîneyên Fransî, Ofer Calderon û Ohad Yahalomi, di nav 33 rehîneyan de ne ku dê di qonaxa yekem de bêne berdan.

Ew herdu bi çend zarokên xwe re bûn dema ji aliyê çekdarên Hemasê ve ji Kibbutz Nir Oz hatbûn revandin, zarokên wan di dema agirbesta yekem de di Mijdara 2023'an de hatbûn berdan.