Jêderên Filistînî Dibêjin bi Êrîşên Îsraîlê Pirtir ji 700 Kes Hatine Kuştin

Wezareta Saxlemî ya Filistînê ragihand ku li Gaza bi êrîşên Îsraîlê pirtir ji 700 kes hatine kuştin.

Li gor jêderên xwecîhî dîyar dikin di nav kuştîyan de bi kêmî ve 100 jin û pirtir ji 100 zarok hene.

Çavkanîyên Filistînî do Duşemê ragihandibûn ku bi qasî 300 kes hatine kuştin.

Îsraîlê do Duşemê êrîş biribû ser bazara penaberan û dîyar kir ku armanca wê li wir mala fermandarekî Hamasê bûye.

Bi êrîşê, li wê sûkê û li malên cîran jimareke kes hatin kuştin.

Neteweyên Yekbûyî (NY) dide zanîn ku ji roja Şemîyê vir ve li Kenara Rojava 17 Filistînî di pevçûnan de canên xwe ji dest dane.

Di nav kuştîyan de 4 zarok hene û 295 kesên din jî birîndar bûne.

Ji alîyê din ve nûnerê Îsraîlê yê li NY’ê Gillad Erdan got ku hejmara dîlgirtîyên Îsraîlî li dora 100-150 ye.

Artêşa Îsraîlê dîyar dike ku agahîyên 50 dîlgirtîyan hatine piştrast kirin û malbatên wan hatine agahdar kirin.

Hamasê do Duşemê ragihand ku ger Îsraîl bê ku hişyarî êrîşên esmanî li dar bixe, ewê dîlan bikuje.

Jêder: Reuters, AFP