Hêzên Îsraîlî di Xwepêşandanên Ser Tixubê Gaza de Fîlîstînîyan Dikujin û Birîndar Dikin

Wezareta Saxlemî ya Gaza ragihand ku hêzên Îsraîlî gule barandin ser xwepêşanderên li ser sînorê Kerta Gaza û bi kêmî ve 16 kes kuştin ku bo protestokirina veguhastina fermî ya balyozxaneya Amerîk kom bûbûn.

Karbidestên saxlemî da zanîn ku, bi dehan ji wan bi teqekirina hêzên ewlekarî, herî kêm 500 kes birîndar bûne ku

Balyozxaneya nû ya Amerîkî bo demeke kin dê li avahîya konsulxaneya Amerîkî xîzmetê bide, heta ku avahîya balyozxaneya nû li Orşelîmê ava dibe.

Serokê Amerîka Donald Trump di serdema kempeyna xwe de soz dabû ku balyozxanê ji Telavîv bibe Orşelîmê û di meha Berfanbarê de jî, Orşelîmê bi fermî wek paytaxta Îsraîlê nasîbû.

Di heman mehê dem Civata giştî ya Neteweyên Yekbûyî pêşnîyarek pejirandibû û biryara Trump red kiribû.