Hilbijartinên giştî yên Tirkîyê do Yekşemê hatin kirin û wekî dihate çaverê kirin, Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) bû partîya yekê.
Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) jî di vê hilbijartinê de serkeftî bû û 36 kursî qezenc kirin.
Nivîskarê rojnameya Taraf û malpera Netkurd'ê, Alî Fîkrî Işik serkeftina BDPê dinirxîneû dibêje, 36 parlamenterî serkeftineke mezin e û sîyasetvanên Kurd di parlemana nû de roleke pir girîng bilîzin.
Jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê, kerema xwe li lînka ‘Guhdarî kirin’a jêrîn bitikînin.