Êzîdî Niha jî Rûbirûyê Şerê Nasnameyê Dibin

Cudabîrî ya ser nasnameya Êzîdîyan piştî komkujîya 2014’an bi destê koma terorîst DAIŞ ket rojevê. Niha tevgera azirandina bîrokeya ku Êzîdîtî nasnameya olî û neteweyî ya Êzîdîyan e bi hêz bûye û gihîştiye radeya ku bibe projeyeke pêşnîyarkirî li parlamana Îraqê ku 5 endamên wê Êzîdî ne.

Di 8’ê meha Nîsana 2024’an û piştî komkirina 182 îmzayên endaman, Nayif Xelef Seydo, endamê Partîya Pêşverû ya Êzîdîyan, daxwaz ji serokê parlamana Îraqê kir ku “projeya yasaya Nasnameya Netewî ya Êzîdîyan bispêre Komîteya Yasayî.” Ew dibêje ku her welatîyekî Îraqî mafê bijartina nasnameya xwe ya netewî heye.

Hin çavdêr bawer dikin ku ev tevger bersîv bû jibo serederîya hêzên ewlekarîya Herêma Kurdistanê li roja DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kir.

Lê, Xudêda Hemo, endamê berê yê encûmena Parêzgeha Neynewa û endamê Tevgera Êzîdîyan jibo Çaksazî û Pêşketinê dibêje ku daxwaza naskirina nasnameya neteweyî ya Êzîdîyan berî fermana 2014’an li ser Şengalê bû.

"Berî ku partîyên Kurdî Şengalê bifiroşin, DAIŞê ev daxwaz hebû. Belku di sala 1925’an de Cemîyeta Miletan, Êzîdî wek netewe bi nav kiribû.”

Her zû, piştî vê gavê birêz Seydo, Encûmena Bilind ya Karûbarên Olî ya Êzîdîyan di daxuyaniyekê de got, “Ew bi tundî her hewleke jibo guhertina nasnameya Êzîdîyan red dike. Êzîdî pêkhateke girîng yê gelê Kurd in û rehên wan yên dîrokî û çandî di xaka Kurdan de cîh girtine.”

Di navendên siyasî yên Îraqê de, bersîv û peyamên cuda derketin. Di meha Nîsanê de ofîsa Serokwezîr Mihemed Şîa el-Sudanî ji hemû sazîyên fermî yên dewletê xwest ku serederîya wek ol û netew bi Êzîdîyan re bikin. Lê, her zû komîteya qanûnê bersiv da û got ku li gor destûra bingehîn ya Îraqê, Êzîdîtî ol e ne netew e.”

Partîyên ku xwe wekî partîyên netewî yên Êzîdîyan didin nasîn jî dibêjin ku ew rêzê li hemû neteweyan digirin. Bi gotina Seîd Mendo, Serokê Tevgera Êzîdîyan jibo Çaksazî u Pêşketinê “divê neteweyên din jî destewajeya ol û netewe ji Êzîdîyan re pesend bikin û rêzê lê bigirin.”

Partîyên Êzîdîyan yên piştî 2003’an li ser bingehên neteweyî hatin damezrandin dibêjin ku ew nikarin mafên xwe yên rewa bi dest bixin, eger paşkoyên neteweyên Kurd yan Ereb bin.

Serokê Partîya Pêşverû ya Êzîdîyan Seîd Betûş Qero bawer dike ku heta Partîya Ba’as ya Erebî hukim li wan dikir, nasnameya Erebî li ser wan ferz dikir.

"Piştî 2003’an jî Kurdan, bi taybetî Partîya Demoqrata Kurdistanê, nasnameya Kurdî li ser me ferz kir.”

Di bersîva van bawerîyan de, Encûmena Olî ya Êzîdîyan dibêje ku “Êzîdîtî oleke kevnar e ku dîroka wê bi hezaran salan e û beşek kevnar ya gelê Kurd e. Êzîdî bi zimanê Kurdî diaxivin, kultura wan li gorî çanda giştî ya Kurdî ye.”

Li gor birêz Qero, Êzîdî % 20 ji pêkahatên parêzgeha Neynewa ne, lê di nûnertiya siyasî û îdarî de bêpar in.

“Destewajeya Êzîdî Kurd in nû ye. Êzîdî neteweyeke kevnar e. Êzîdîtî netewa me ye, ol, ziman, dîrok û nijadê me ye û nabe ti kes biryarê li ser paşeroja me bide.”

Seîd Mendo, Serokê Tevgera Êzîdîyan dibêje ku ji hemû pêkhateyên olî û nijadî yên Îraqê “tenê Kurd li dijî destewajeya (Êzîdîtî Ol û Netewe) ne, çunkî ew divên dîroka Êzîdîyan ji xwe re bibin û dema nasnameya neteweyî ya Êzîdîyan nebe, dîroka wan jî hinda dibe.”

Lê Seîd Cirdo, Serokê Bingeha Laleş yê Rewşenbîrî û Civakî, dibêje ku projeya ku “Êzîdî xwe bi nasnameyeke serbixwe hildin da ku ji welat û reh û rîşalên xwe yên dîrokî qut bin, di salên 1964 - 1970’an de jî hebû.

"Niha piştî Şengal ketiye bin kontrola Heşda Şa’ebî, hinek endamên parlamanê piştevanîya vê tevgerê dikin da ku Şengal ji cografya Kurdistanê were qut kirin.”

Cirdo piştrast dike ku gelek endamên parlamanê “bi niyazpakî daxwaza naskirina neteweya Êzîdîyan îmza kirine.

"Jiber zulm û zora li wan hatiye kirin û ew hizir dikin ku ew dê wek qurbaniyên jenosîdê werin qerebû kirin û nizanin ku hewlên bi vî rengî dibin sedema dûberekîyê,” Cirdo dibêje.

Serokê Bingeha Laleş dibêje ku her kes dizane mafên rewa yên Êzîdîyan bi cîh nehatine.

"Lê, bi gerxistina qanûna jimare 5 ya sala 2015’an ya taybet bi parastina mafên pêkhatan, dê bêtirîya mafên Êzîdîyan jî werin dabîn kirin ku beşek ji wan mafan, nûnertîya siyasî û îdarî ya endamên hemû pêkahatan e û di sazîyên hikşmetên navendî û ya Herêma Kurdistanê de."

Piranîya Êzîdîyan di herêmên kêşebar yên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta navenda Îraqê de dijîn. Piştî fermana Êzîdîyan ya 2014’an, devera Şengalê bû meydana şer û nakokîyên partîyên siyasî û komên çekdar ku piranîya wan girêdayî hêzên herêmî ne.

Hin çalakvanên ku xwe serbixwe dibînin, bawer dikin ku ev şerê li ser nasnameya neteweyî ne di xizmeta doza Êzîdîyan de ye di vê dema aloz de ku bi sedan hezar an Şengalî, çi li gundên xwe yên wêranbûyî yan li kampên derbideran, yan jî li xeribîyê rastî cudahî û duberekîyê dibin jiber dabeşbûna wan li ser partîyên siyasî û alîyên çekdar.

Ew bizavkar xema xwe bilind dikin ku ev şerê nû dikare dûberekî û cûdahîyên nava civaka Êzîdî kûrttir û xirabtir bike.