Medyaya Tirkîyê Dibêje Fethullah Gulen Miriye

Medyaya Tirkîyê radigihîne ku Fethullah Gulen, ku Enqere wek rêberê hewildana derbeyê ya 2016’an dibîne, miriye.

Mirina Gulen yê 83 salî berê ji hesabên medyaya civakî yên nêzî wî hat ragihandin, paşê nasên wî Kemal Gulen û Ebuseleme Gulen jî piştrast kir ku ew miriye.

Gulen, sala 1999’an piştî dijî wî doz destpê kiribûn, derbazî Amerîka bûbû.

Koma bi rêberîya Gulen, li dû hewildana derbeyê ya 15’ê Tîrmehê ya 2016’an ji alîyê Enqerê ve wek ‘’Rêxistina Terorî ya Fetullahçî’’ dihat bi nav kirin.

Gulen dîyar dikir ku ti peywendîya wî bi hewildana derbeyê re tuneye.

Enqerê digot ku Gulen rêberê rêxistina terorî ye û ji Washingtonê dixwest ku wî bide.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan got ku jêderên îstixbaratî piştrast dikin ku Gulen miriye.

Fîdan got ku ‘’rêberê rêxistina tarî’’ miriye û dîyar kir ku ewê têkoşîna wan ya dijî terorê bidome.

Jêder: NTV, Reuters