Festîvala 21'ê ya Çand û Xwezayê ya Munzurê li bajarê Dêrsimê roja Yekşemê li Qada Seyîd Riza bi konserekê bi dawî bû.
Çalakî bi diruşma “Dijî Talankirina Madenê Parastina Xweza û Jiyanê”,pêk hat.
Festîvala Munzurê ku di navbera 3-6’ê Tebaxê de hat darxistin, li Dêrsimê ji sala 2000’an vir ve ji hêla şaredarîya bajêr, sazîyên wek bawerîya Elewîyan, xweza, çand, jin, û yên din yên sivîl ve tê rêxistinkirin.
Komîteya Amadekar ya Festîvala Munzurê di presskonferansa destpêkirinê de dîyar kir ku festîval wê demokrasî, jîngeh, xweza, bawerî û çandê derxîne pêş.
Endamê Komîteya Amadekar û Serokê Federasyona Komeleyên Dêrsimê (DEDEF) Ozkan Tacar, got ku mijara serekî ya festîvalê êrîşa dijî xwezayê û têkoşîna hemberî madenan bû.
Piranîya rûniştvanên Dêrsimê Kurd û Elewî ne.
“Çêkirina bendavên elektrîkê, berfirehkirina navendên madenan êdî xweza û jiyanê wêran û bê jiyîn dikin,“ Tacar got.
Ayten Kordu, parlementera Partîya Çep ya Kesk e û tekane nûnerê Dersîmê ye, got ku Festîvala Munzurê wateyeke dîrokî û çandî heye, jiber ku li gor bawerîya Elewîyan darek e, ajalek e, yan jî av bi xwe wek mirovek e zindî ne û beşek wekhev ya eko sîstemê ne.
“ Li ser nasname, bawerî, çand û erdnîgarîya Dersîmê zexta sîstematîk ya dîrokî heye, lê berxwedenake xûrt jî heye. Festîvala Munzurê bal kişand ser metirsîya ku jingeh jiber desthilatdarîyê tê de ye û girîngîya tekoşîna me ya dijî wan siyaseta ku jingehê wêran dike derxist pêş,“ Kordu got.
Di festîvala îsal de, ku navê xwe ji Gelî û Çemê Munzurê werdigire, xebatên berfirehkirina madenê yên hikûmeta serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan hatin şermezar kirin. Tê gotin ku bandora neyînî ya van xebatan ser jîngehê zêde dibin.
Di panela ‘Hilberîn, Pirsgirêkên Aborî û Çareserî li Dêrsimê," ku roja Yekşemê pêk hat, nûnerên sazîyên sewalkarî, çandinî û aborî yên bajêr anîn ziman ku vekirina pirtir navendên madenan wê bandoreke neyînî li ser sewalkarî, aborî û mêşvanîya Dêrsimê bike.
Serokê Odeya Çandinî yê Dêrsimê Suleyman Uluç jî anî ziman ku hikûmetê têne li Dêrsimê, bo 147 cîhan destûra lêgerîna madenê daye û jiber polîtîkayên çandinîyê hilberîner nikarin cotkarîyê bikin.
“Em dixwazin ev cihên madenê demûdest bên rawestandin. Dema ku ev dest bi xebatê bikin, wê cotkarên me zarareke mezin bibînin,” Uluç got.
Bi hezaran beşdarên festîvalê ku gelek ji wan ji Ewrupa û bajarên herêmê hatibûn hem kêfxweşîya xwe ya jiber ahengan dîyar kirin û hem jî bal kişandin ser xeterîya madenan û wan parastina xwezayê xwestin.
Xidir Pektaş yê 35 salî ku ji Dersîmê ye û 18 sal in li Swedê dijî, bo lidarxistina festîvalê spasîyên xwe anî ziman û got ku xweza bi xwe li seransere cîhanê di xeterîyê de ye û bi taybet siberoja nifşên nû tarî dike.
“Spas bo Şaredarîya Dersîmê û sazîyên civaka sivîl. Bi saya vê festîvalê serdana welatê xwe dikim. Çand û bawerîya xwe nîşanî zarokên xwe didim. Lê ya herî girîng bûyerên wiha yên ser xwezayê hişmendî û yekîtîya me ya civakî xurt dikin, me ji xew radikin. Jiber ku ji şewatên li California bigire heta yên li Cudî, ji madenên li Akbelen bigire yên li Dêrsîmê hemû jiyanê jahr dikin û siberoja nifşên me yên nû wêran dikin," Pektaş got.
Salîha Akcan ya 27 salî got ku ew bo cara 8’an ji Amedê beşdarê festîvalê dibe, bo piştvanîya xwezayê, bi taybet îsal jiber xeterîya madenan, jiber ku daristan tên talan kirin, şewitandin û xweza wêran dibe.
“ Li şewata li Çîyayê Cudî yan jî li talankirina daristininên li Akbelen, Mugla binêrin; qaşo ewlehî yan berjewendîya aborîya bi madenan. Her du jî bi sedemên bêbingeh pêk tên, jiber gavên taybet yên hikûmêtê bo tûnekirina xweza û jiyanê ne. Lê, emê jî dijberîya xwe bidomînin," Akcan got.
Parlamenter Kordu destnîşan kir ku Festîvala Munzurê, tevî qedexekirin û zexta tund ji alîyê karbidestan ve û kêmasîyên komîteya amadekar, peyama xwe ya parastina xwezayê bi rengekî xurt dîyar kiriye.
“Walitîyê qedexeya kombûn û daxuyanîdayinê ragihand. Hêzên ewlehîyê bi seatan mirov dan sekinandin ku ew nekevin bajêr. Komên mûzîkê, hunermend hatin qedexekirin. Lê dîsa jî bi saya biryardarîyê peyama pêwîstîya parastina xwezayê bi coş ji Dêrsîmê belavê serenserê Tirkiyê û cîhanê bû, Kordu,“ got.
Şaredarê Dêrsimê Fatîh Mehmet Macoglu ku pêşengtîya darxistina Festîvala Munzurê dike dîyar kir ku îsal 27 ahengên wek panel, konsert, fîlm, şano, pêşengeh hatine kirin û bi hezaran kes beşdarî van ahengan bûne.