Fehîm Işik Hilbijartina Serokê Parlemana Tirkîyê Dinirxîne

Di dengdana seroktîya parlemana Tirkîyê de berbijarê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) parlamanterê Sêwasê Îsmet Yilmaz dengên herî pir wergirt û bû serokê parlemanê.

Nivîskar Fehîm Işik dibêje, Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) bi dijberîya xwe ya xurt ya hember HDPê rê li ber hilbijartina Îsmet Yilmaz vekir.

"Dibe ku ew helwesta MHPê wek amadekarîya koalîsyoneke navbera AKP û MHP bê nirxandin. Eger hikûmeteke wiha bê damezrandin, xeterî heye ku bibe hikûmeteke şerxwaz û dawî li pevajoya çareserîyê bîne."

Your browser doesn’t support HTML5

Fehîm_Işik_7_1_15_RR