FDA Vaksîna Vîrusa Korona ya Moderna Dipejirîne

Rêvebirîya Xwarin û Dermanan ya Federalî (FDA) karanîna awarte ya vaksîna vîrusa korona ya Moderna pejirand.

FDA ragihand ku wan destûr daye ku ew vaksîn bo kesên temenên wan ji 18’an mezintir were karanîn û li seranserê Amerîka were belav kirin.

Wê rêvebirîyê hefteya borî jî bo karanîna vaksîna ku Pfizer û BionTechê çêkiribû destûr dabû.

Serokê Amerîka Donald Trump jî ji Twitterê ragihand ku vaksîna Moderna bo karanînê hazir e û ew pîroz kir.

Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence û Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosi roja Înê vaksîna vîrusa li xwe xistibûn.

Tîma serokê hilbijartî Joe Biden jî ragihand ku Biden û xanima wî Jill Biden dê roja Duşemê li pêş kamerayan vaksînê bikar bînin û hefteyekê li dû wan Kamala Harris ya ku bo cîgîrîya serok hatiye hilbijartin dê vaksînê li xwe xîne.