Rêvebirîya Xwarin û Dermanan (FDA) ya Amerîkayê îro Duşemê erêkirineke tevahî da vaksîna COVID-19 ya kompanîya Moderna.
Vaksîn dê bi navê Spikevax li bazaran were firotin. Li jêr rêdana bikaranîna awarte ya FDA’yê, vaksîna Moderna ji sala meha 12’ê ya 2020’an ve li Amerîka û seranserê cîhanê hatîye belav kirin.
Ev vaksîna duyê ku FDA bi tevahî erê dike, piştî ku vaksîna Pfizer Tebaxa 2021’ê ev erêkirin wergirtibû.
Janet Woodcock, Komîsara FDA’yê di daxuyanîyekê de got ku rêdana tevahî ya vaksînê gaveke girîng e di şerê dijî pandemîya COVID-19 de. Wê da zanîn ku li vê dema ku bi sedan mîlyonan derzîyên vaksîna Moderna hatine bikaranîn, “jibo hinek kesan, erêkirina FDA’yê ji vê vaksînê re bawerîya wan bêtir bi wê yekê tîne ku werin vaksîn kirin.”
Bikaranîna vaksîna Moderna li bêtirî 70 welatan hatîye erê kirin, di nav de jî Brîtanya, Kanada, Japonya û welatên Yekîtîya Ewrupayê.