Serokê Enstîtuya Neteweyî ya Alerjî û Nexweşîyên Enfeksîyonî Anthony Fauci dîyar kir ku di 100 rojan de 100 mîlyon vaksîn dikarin werin lêdan.
Serokê hilbijartî Joe Biden, ku roja Çarşemê dê dest bi kar bike, gotibû ku ewê bikin ku di 100 rojên pêşî yên seroktîyê de 100 mîlyon vaksîn werin karanîn.
Anthony Fauci ji NBC re got ku ‘’bêguman ew plan pêkan e.’’
Fauci dîyar kir ku ewê AstraZeneca û Johnson & Johnson di demeke kin de bo vaksînên vîrusa korona serlêdanê bikin û da zanîn ku ewê bi wan re rêjeya vaksînkirinê bilind bibe.
‘’Ger piranîya civakê vaksînan li xwe bide emê di rewişeke pir baş de bin û emê karibin mutasyonê jî têk bibin.’’ Fauci got.
Wî da zanîn ku xêncî vaksînê, karanîna maskan û dûrketina ji qelebalixê jî dê rê li ber belavbûna vîrua korona bigire.
Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li Amerîka 23,8 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 397,258 kes bi wê mirine.