Bajarvanê Berê yê Şaredarîya Mezin ya Amedê Firat Anli hat berdan. Darizandina Anli bê ku girtî be, dê her bidome.
Bajarvanên Amedê Firat Anli û Gultan Kişanak di 25’ê Cotmeha 2016’an de hatibûn desteser kirin û piştî hefteyekê jî hatibûn girtin.
Dewleta Tirkîyê, di 1’ê Mijdara 2016’an de dest danabû ser Bajarvanîya Amedê û rêvebirîyeke nû destnîşan kiribû.
Bi berdana Anli, hejmara hevşaredarên girtî yên Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) daket 71’an.