Can Êzîdxelo: Gelê Rojava Yekîtîya Xwe Pêk Anîye

Rojnamevan û nivîskar Can Êzîdxelo, di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de ser şerê li Kurdistana Sûrîyê dinirxîne û sedemên êrîşên dijî Kurdan şîrove dike.

Birêz Êzîdxelo dibêje, bingeha neyartîya dijî Kurdan dîrokî ye û nîjadperest êrîşî Kurdan dikin jiber ku Kurd hêza herî xurt e.

Êzîdxelo hişyarî dide ku şerê heyî dê demeke dirêj berdewam bike loma jî divê Kurd ji wê îhtîmalê re hazir bin.

Rojnamevan Êzîdxelo herwiha dibêje, gelê Rojava li pêş partîyên sîyasî ye û di nav xwe de yekîtîya xwe pêk anîye.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn_Can_Êzîdxelo