Bi sed hezaran Êzîdîyên Şengalê ku 3’yê meha Tebaxê bi êrîşên DAIŞ’ê re, rastî malwêranî û komkujîyeke mezin hatin, niha bi çîrokên xwe yên xemgîn û penaberîya neçarî li stargehên nû digerin.
Piştî asêmayîna rojên li ser Çîyayê Şengalê, Kurdên Êzîdî bi hezaran xizm, xwişk û birayên xwe li pişt xwe hiştin û derbazî Kurdistana Sûrîyê, Herêma Kurdistanê û bajarên Kurdan yên Tirkîyê bûn.
Ew piştî vê malwêranîyê, êdî li cîhên ewle digerin ku dijmintî û cudaberî li wan neyê kirin.
Piranîya wan jî ji vegera Şengalê bêhtir, çûyîna welatên Ewropayê û welatên din yên cîhanê wek çare ji xwe re dibînin.
Çend malbatên Êzîdî yên rûbirûyî vê trajedîya mezin hatine, giheştin Stenbolê û tevî zarok û mezinên xwe li benda çarenûsekê ne.
Kalemêrekî Êzîdî bi navê Îdoyê Hemoyê Daom ku ligel 20 endamên malbata xwe roja Çarşemê bi derfetên xwe gihîştin bajarê Stenbolê, ji Dengê Amerîka re behsa wan rojên dijwar dike.
“Fermana 74’an ya ser Êzîdîyan ji 73 fermanên din mezintir e. Dost, cîran û kirîvên me yên Ereb û heta gundekî mezin yê Kurdên Misilman yê bi navê Tehta Girê Zirka bi 200 malên xwe ve bû hevkarê DAÎŞ’ê û xîyanet li me kirin. “
Hemo bal kişand ku tevî ku wan gotinên DAÎŞ kirin jî, dîsa jî rastî qirkirinê hatine.
“Ji me re gotin alayên spî hildin û li bendê bimînin, em tiştekî bi we nakin. Lê, wan dîsa jî em kuştin. Lewma jî êdî em bi wan cîranan ewle nabin ku vegerin Şengalê.”
Ji xeynî vê malbatê çend malbatên din yên Êzîdîyên Şengalê niha giheştine Stenbolê ku ew jî rêwîtîya xwe ya ji Çîyayê Şengalê, ber bi cîhên ewle ku karibin lê bihewin, berdewam dikin.
Hêjayî bîrxistinê ye ku jibo Êzîdîyên Şengalê yên aware bûne, daxwaz û banga herî girîng, rizgarkirina bi hezaran keç, xort û mêrên di destê DAÎŞ’ê de ne ku aqubeta wan hê jî nedîyar e.