Ajansa AFP ji zarê karbidestekî Kurd radigihîne ku pêşmegeyên Kurdên Îraqê derdora Musilê ligel Kurdên Tirkîyê û Sûrîyê şerî DAÎŞ dikin.
Berpirsê bilind yê Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Helo Pencewînî pênasînê kir ku şervanên Partîya Kakerên Kurdistanê (PKK) yên Kurdên Tirkîyê û yên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Kurdên Sûrîyê li devera Şengal bi hevre şerî DAÎŞ dikin.
Pencewînî, ku bilindtirîn berpirsê YNK yê li Musilê ye, dîyar kir ku pêşmerge jî hewil dide ku rojhilat û bakurê Musilê ji DAÎŞ paqij bikin.
“Şervanên PKK û yên Rojavayê Kurdistanê bi şerê DAÎŞ li Şengal û Rabîa berpirs in. Em jî, ji alîyê xwe ve li Zimar û rojhilat û bakurê Musilê hember DAÎŞ şer dikin.”