Di Salvegera 9'ê ya Jenosîdê de Amerîka Banga Çareseriya Rewşa Êzidiyan Û Şengalê Dike

Yazidi genocide commemmoration

Li bîranîna salvegera 9ê ya jenosîda li dij civaka Êzidî li herêma Şengal û dewrûberên wê bi destên çekdarên DAIŞê Îro Birêkarê Karûbarên Balyozxaneya Amerîka li îraqê David Burger bi boneya bîranîna qirkirina Êzidiyan gotarek pêşkêş kir.

David Burger di gotara xwe de bal kişand ser pabendbûna Amerîka ya alîkariya civaka Êzidî û civaka sivîl li Îraqê, di hesaba fermî ya balyozxaneya Amerîka de li Îraqê twîtek weşand û got "Amerîka pabendê civaka Êzidî û civaka sivîl e. Divê berpirs demildest ji xetimîna siyasî derkevin û bi civaka Şengalê û rêberên Êzidiyan re ji bo Şengalê Qaymeqamekî wezîfedar bikin.

Çekdarên Dewleta Îslamê DAIŞê di rojeke weke îro 3ê Tebaxa sala 2014ê de Çiyayê Şengalê, devera dîrokî ya kemaniyên oldarên êzîdî yên kurdî-ziman li bakurê Iraqê, kontrol kiribû.

Bi hezaran zilamên civaka Êzidî ji ber ola wan serjê kirin, çekdarên DAIŞê yên cihadî êzîdîyan weke bêol dibînin.

Bi hezaran jinên êzidî bi destên çekdarên DAIŞê hatin revandin û ew weke koleyên seksî hatin karanîn, zarokên wan li ser raman û armancên komela cihadî hatin perwerde kirin û biçek kirin.

Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nadia Murad roja Pêncşemê li ser Twitterê got: "Îro me ji bo hemû kesên ku me winda kirin û ji bo wê roja bi serê me hatî xemgîn û rondikan dirêjîn. Ezê têkoşîna xwe ya ji bo rizgariyê, berevanî ji dadweriyê û dê kar kem ji bo tîmarkirina birîna hemwelatiyan."

Raporên rêxistinên herêmî û navneteweyî diyar dikin ku zêdetirî 5000 Êzidî ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine kuştin û zêdetirî 7000 jin û keçên Êzidî weke koleyên seksê hatine girtin