Berdevkê Ceyş el-Suwar Ahmed Omer Êrîşên Nusra Şîrove Dike

Village of Kestean

Di demên dawîyê de Cebhet el Nusra li dora Ezazê êrîş tîne ser Ceyş el-Suwar ku endama Hêza Sûrî ya Demokratîk (SDF) e.

Berdevkê Ceyş el-Suwar Ahmed Omer dibêje, her carê ku ew hazirî dikin, êrîşî DAIŞê bikin, Nusra jî êrîş tîne ser wan.

"Nusra xwe wek dijbera DAIŞê nîşan dide, lê tim êrîşa me dike û hewil dide ku rê li ber me bigire. Lê, hêzên me paş de gav navêjin û zîyanên mezin li Nusra didin."

Omer dibêje, wan êrîşên Nusra bi piranî şikandine û çend gundên nû xistine bin kontrola xwe.

Your browser doesn’t support HTML5

Ahmed_Omer_Thuwar_11_27_15_RR