Hêzên Tirkiyê Û Çekdarên Sûrî Herêma "Eyîn Îsa" Topbaran Dikin

Di encama bombebaran kirina bajarokê navçeya Eyîn Îsa ji aliyê artêşa Tirkiyê û giropên çekdarên Sûrî yên bi ser Tirkiyê ve, 2 zarok li gel dayîka wan birîndar bûn.

Li gor çalikvan Tac Qotreş ji bajarokê Eyîn Îsa ku hersê birîndar ji bo nexweşxaneya bajarê Reqayê hatin veghustin.

Qotreş ji bo Dengê Amerîka da zanîn ku ev cera yekê ye artêşa Tirkiyê navçê 4 rojan li ser hev dike aramnca xwe, û sivîl ji malên xwe aware dibin .

Di heyama 4 rojan ji êrîşê û topbaran kirina Eyîn Îsa , tenê xalên hêzên ewlehiya hendirîn û HSD dihatin armanckirin, çalakvan dibêjên: ku polîsên leşkerî yên Rûsî her wiha leşkerên rêjîma Sûrî tevî ku xalên wan li ser xeta cebihê ne lê nehatin armanc kirin û ne jî ti helwest ji wan derket, û tenê temaşe dikirin, û hin nîşan ji bo Tirkan didan ku ew baregeh yên wanin da ku neyên armanc girtin.

Hêjayî gotinê ye, ku piştî topbaraneke dijwar li ser bajarokê Eyîn Îsa hewldaneke derbasbûna navçeyê ji aliyê giropên çekdar ve hat kirin, di encam de şerekî giran qewimî.

Li gor çavdêran ku nêzî 35 kuştî û bi dehan birîndar yên giropên çekdar di encama wî şerî de hebûn.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Kobanê 29 11 2020