Li Eyaleta Marylandê Êrîşeke Çekdarî Pêk Hat

Li eyaleta Maryland jinekê 3 kes kuştin û 3 kesên din jî birîndar kirin.

Jinikê, piştî êrîşê gule bi xwe de teqand.

Bûyer li Perryman ya nêzî Baltimore ya eyaleta Maryland pêk hat.

Snochia Moseley ya 26 salî piştî êrîşî xwe kir, ew birin nexweşxaneyê, lê wê li nexweşxaneyê jîyana xwe ji dest da.

Karbidestên ewlekarîyê dîyar kir ku êrîş li navendeke alîkarîyê ya belavkirinê pêk hatiye.

Li gor daxuyanîya karbidestan, êrîşvan yek ji xebatkarên demkî ya navendê ye.