Serokwezîra Brîtanya Theresa May di gera Ewrupa de ser guherandina peymana Brexitê ti encama erênî bi dest nexist.
May dengdana bo peymana Brexitê jiber gumana redkirina wê taloq kiribû û derketibû gera Ewrupa.
Xanim May, li Laheyê bi Serokwezîrê Hollanda Mark Rutte re, li Berlînê bi Serokwezîra Almanya Angela Merkel re û li Brukselê jî bi Serokê Konseya Yekîtîya Ewrupa (YE) Donald Tusk û Serokê Komîsyona Ewrupa Jean-Claude Juncker re kom bû.
Rêberên ku May pê re hevdîtin kirin, ji wê re dîyar kirin ku ew jinûve nikarin derbarê peymana Brexitê danûstandinan bikin û wê biguherînin.
Roja Pêncşem û Înê, rêberên Ewrupî dê li Brukselê bicivin û ser Brexitê biaxifin.