Ewrupa Girêdayî Tawanên Terorîzmê Cara Yekê Dîplomatekî Îranî bi 20 Sal Cezayê Zindanê Mehkum Dike

Dîplomatê Îranî Esadulah Esadî, ku bi plankarîya bombekirina civîneke komeke rikeber ya sirgunkirî dihat sucdar kirin, îro bi 20 sal cezayê zindanê hate mehkûm kirin.

Dadgeha Belçîkî biryar da ku Esadî bi hewila kiryareke terorîstî sucdar e, piştî ku hewildana wî ya bombekirina rêdeçûna Civata Berxwedana ya Netewî ya Îranê (NCRI) ya Hazîrana 2018an ya nêzî Parîsê têk çûbû.

Esadî, ku li balyozxaneya Îranê ya li Vîyana konsulê sêyan e, li Almanya hatibû binçav kirin û jibo dadgehkirinê ji Belçîkayê re hatibû anîn.

Karbidestên Fransî dibêjin ku Esadî toreke veşartî ya îstixbaratî ya dewleta Îranê bi rê ve dibir û wî rasterast bi fermanên Tehranê dixebitî.

Ajansa Reutersê ragihand ku rûniştina dozê jiber tirsên ewlehîyê li paş derîyên girtî hate kirin û Esadî beşdarî rûniştinê nebû.

Reuters bal dikşîne ku ji şoreşa Îranê ya 1979’an vir ve cara yekê ye ku karbidestekî Îranî girêdayî tawanên terorîzmê hate darizandin û ceza li wî hate birîn.