Yekîtîya Ewrupa Tirkîyê Bi Tundî Rexne Dike

Alên Yekîtîya Ewrupa (YE)

Yekîtîya Ewrupa (YE) roja Sêşemê ser Tirkîyê rapora xwe ya salane ragihand.

Di raporê de hat dîyar kirin ku hewldana Tirkîyê ya jibo tevlîbûna YE "jiber kêmasîyên cidî yên demokratîk" hatiye qonaxa rawestandinê.

Rapora ku ji hêla Komîsyona Ewrupa ve hatiye amade kirin de, tê gotin ku hikûmeta Serok Tayyîp Erdogan kiryarên bi berdewamî ku demokrasî û serwerîya dadmendîyê hilwediweşîne domand û pêşnîyarên YE yên sala borî paşgoh kir.

Hevdem, di raporê de bo cara yekê hate destnîşan kirin ku Enqere êdî di pêkanîna reformên bi piştgirîya YE de ne cidî ye.

Her çend Erdogan di Nîsanê de jibo endamtîya tam ya YE jinûve soz da, dema ku her du alîyan hewl didan ku peywendîyan baştir bikin.

Komîsyonê got, "Fikarên cidî yên YE yên ser berdewamkirina xirabûna demokrasîyê, serwerîya hiqûqê, mafên bingehîn û serbixwebûna darizandinê nehatine çareserkirin. Di gelek waran de paşveçûn zêde bûye."

"Di bin şert û mercên heyî de, danûstandinên endamtîya Tirkîyê hatiye qonaxa sekinandinê," raporê got.

Wezareta Karên Derve ya Tirkîyê ragihand ku rapora YE yê "nêzîkatîyeke bi du-standardan" nîşan dide û got ku ew "rexneyên neheq û îdayên bê bingeh" red dikin.

Wezaretê tawanbar kir ku YE sozên xwe yên bo Tirkîyê bi cîh nekiriye û berpirsiyarîyên xwe bicîh neanîye.

Wezaretê destnîşan kir ku "Tirkiye bi awayên herî xurt tercîha xwe ya stratejîk ya endamtiya tam ya Yekîtîya Ewrupayê didomîne."

Pispor, rapora salane ya YE yê wek ji dema ku Enqere 16 sal berê dest bi hevdîtinên endamtîyê kir vir ve, wek rapora herî rexnegir dinirxînin.