Wezîrên Ewrupî Ser Helwesta Rûsya ya Dijî Ukrayna Danûstandinê Dikin

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku wezîrên derve yên Almanya, Fransa, Brîtanya û Amerîka ser rewişa li sînorê Ukrayna û helwesta Rûsya danûstandinê dikin.

Reutersê ew agahî ji zarê Wezareta Derve ya Almanya ragihand.

Li gor daxuyanîya Wezareta Derve ya Almanya, wezîrên derve ser bernameya navokî ya Îranê û derbarê dijî Çînê hevkarîya bi Lîtvanya re jî peyivîne.

Çaverê ye Serokê Amerîka Joe Biden û hemtayê wî yê Rûs Vladimir Putin roja Pêncşemê biaxifin.