Karbidestên welatên Ewrupî dijî biryara ser Orşelîmê ya Serokê Amerîka Donald Trump bertek nîşan dan.
Serok Trump roja Çarşemê dîyar kiribû ku ewê êdî Orşelîmê wek paytaxta fermî ya Îsraîlê bibînin.
Serokwezîra Almanya Angela Merkel bi daxuyanîyekê biryara Trump rexne kir. Merkel da zanîn ku Almanya dê biryarên Neteweyên Yekbûyî (NY) binpê neke û ew piştevanîya çareserîya bi danûstandinan di navbera Fîlîstîn û Îsraîlê de dikin.
Karbidesta Bilind ya Polîtîkayên Derve yên Yekîtîya Ewrupa Federica Mogherini dîyar kir ku biryara Trump fikaran çêdike û dibe ku herêma Orşelîmê vegere rojên xwe yên berê yên xirab.
Mogherini bang li bîragiştî kir ku statukoyên cîhên pîroz yên Orşelîmê biparêzin. Wê herwiha da zanîn ku dibe ku biryara Amerîka rola wî welatî ya li Rojhilata Navîn biguherîne.
Serokomarê Fransa Emmanuel Macron jî dîyar kir ku biryara Trump napejirîne û ew biryar yekalî ye. Macron da zanîn ku Orşelîm beşeke ewlekarîya navneteweyî ye.