Komîsyona Yekîtîya Ewrupa (YE), pêşnîyaza Sazîya Dermanan ya Ewrupa (EMA) ya ser karanîna vaksîna vîrusa korona ya Johnson & Johnson pejirand.
Berpirsa Saxlemî ya Komîsyona YE Stella Kyriakides biryara ser pejirandina vaksîna Johnson & Johnson, ku kompanîyeke Amerîkî ye, ji Twitterê ragihand.
Kyriakides dîyar kir ku bo di danûstandina de vaksînan de ti kêşe çênebin ew dê hevkarîyê bi Johnson & Johnson re bikin.
YE’ê berê jî vaksînên BioNTech – Pfizer, Moderna û AstraZeneca pejirandibûn ku vaksîna Johnson & Johnson ya yekdozî li yekîtîyê dibe vaksîna çaran ya destûrstandî.
EMA dabû zanîn ku banora vaksîna Johnson & Johnson 67 ji sedê ye.
Çaverê ye ku Johnson & Johnson herî zû di Nîsanê de dest bi dayîna vaksînên YE’ê bike ku bi wê kompanîyê re bo 400 mîlyon vaksîn peyman hatiye çêkirin.