Vîrusa Korona li Seranserê Ewrupa Metirsîya Pêla Sêyan Çêdike

Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) bal kişand ku li seranserê Ewrupa hejmara pêketinên vîrusa korona jinûve zêde dibe.

Li gor agahîyên WHO, li Ewrupa di hefteyekê de pirtir ji ji 1,6 mîlyon pêketinên vîrusa korona hatine tomar kirin û bi qasî 24 hezar kesan bi wê vîrusê canên xwe ji dest dane.

Serokwezîrê Fransa Jean Castex do Pencşemê ragihand ku li welêt pêla sêyan ya vîrusa korona destpê kiriye.

Jiber metirsîyên pêla sêyan bo temamê Fransa qedexeya rêwîtîyê hatiye ragihandin.

Karbidestên Almanya dibêjin ku 90 ji sedê pêketinên nû yên vîrusa korona cureya Brîtanya ne.

35 hezar doktoron Alman dîyar kirin ku ewê li mauyenexaneyên xwe dest bi karanîna vaksîna bikin û bo wê kempeynê 1,4 mîlyon doz vaksîn hatine wesandin.

Li Îspanya di du hefteyên dawî de ji nav her 100 hezar kesî 152 kes bi vîrusa korona ketine. Karbidestên Îspanya dibêjin ew ketine fikaran ku hejmara pêketinan zêdetir bibe.

Li alîyê din dadgeheke Belçîka dîyar kir ku divê tedbîrên dijî vîrusa korona di 30 rojan de werin sist kirin ku li gor wê dadgehê sînordarkirin ne qanûnî ne.