Konseya Ewrupa jibo Hilbijartinên Tirkîyê Çavdêrên Xwe Dişîne Wî Welatî

Meclîsa Parlamanteran ya Konseya Ewrupa dê jibo hilbijartinên Tirkîyê yên 14’ê Gulanê çavdêrên xwe bişîne wî welatî.

Şandeya çavdêran dê ji 12 heta 15’ê Gulanê li Tirkîyê be ku jibo hilbijartinên vê Yekşemê çavdêrîyê bikin.

Pisporên sîyasetê dîyar dikin ku hilbijartinên roja Yekşemê yek ji hilbijartinên herî girîng yên dîroka Tirkîyê ne.

Hilbijêrên Tirkîyê dê jibo hilbijartina serokomar û parlamanteran herin ser sindoqan.

Piranîya anketan îdia dikin ku Serokê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu li pêş Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan e, lê Erdogan dibêje ewê careke din serketî be.

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ya ser bi Kurdan berbijar dernexist û hember desthilata Erdogan piştgirî dide Kiliçdaroglu.

Jêder: VOA