Konseya Ewrupa îro Duşema xelata herî mezin ya mafên mirovan da karsazê xêrxwaz yê Tirk Osman Kavala.
Kavala, ku çend sal in li girtîgehê ye, jimareke caran bi êrîşên Serokomarê Tirkîyê Recep Erdogan re rûbirû maye.
Karsazê 66 salî ji sîxurîyê heta fînansekirina protestoyên 2013'yan û beşdarîya hewildana derbeyê ya 2016’an bi jimareke sûcan hat tawanbar kirin.
Ew sala 2017an bi îdiaya hewildana gêrkirina hikûmeta Erdogan hat girtin û 2022'yan cezayê girtîgehê ya dirêjîya bi temen sitand.
Hevjîna Kavala, Ayşe Bugra Kavala xelat ji destê Seroka Meclîsa Parlamanteran ya Konseya Ewrupa Tiny Kox girt.
Ayşe Kavala dîyar kir ku jiber ku Osman Kavala li merasîmê ne hazir e ew xemgîn e, lê xelata ku wî sitandî pir girîng e.
Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa biryar da ku Kavala demûdest were berdan, lê Tirkîye li gor biryarê tevnegerî û vê yekê zarar da peywendîyên Enqere û dewletên Rojavayî.
Konseya Ewrupa ser helwesta dijî Kavala dijî Tirkîyê doza binpêkirinê vekir.
Dadgeha bilind ya Tirkîyê cezayê Kavala pejirand û derfeta wî ya pêdeçûnê tune.
Jêder: AFP