Wahsington- Rojên derbazbûyî û Yekşemê rewşa ewlekarî ya paytext Washington tundtir bû, ev tedbîr tên standin jibo rêgirtina li hember metirsiyên her êrîşeke çaverê nekirî, ku roja 2ê Rêbendanê dê serokê hilbijartî Joe Biden sonda yasayî bixwe.
Çendîn cade û kolanên dewrûberên Qesra Spî hatine girtin, di heman demê de xwediyên dukan û karsaziyê bi texteyên darî derî û pencerên bazarên xwe girtine.
Hemû rêyên digehin ciyê merasîma roja Çarşemê ya Sondxwarina Yasayî bi otombîlên polî û Gardên Niştîmanî hatine girtin.
Rawestinadina otombîlan her ji şeva Şemiyê heta 23ê meha Rêbendanê li her cî yê nêzîkî çalakiya merasîmê hatiye qedexe kirin.
Her ji şeva Şemiyê xelk rastî ewlakariyek tund tên dema ku bixwazin ber bi cada Pennsylvania Avenue ve herin, ku cadeke serekîye avahiyê Kongres û Qesra Spî bi hev re girê dide û heman cade ber bi ciyê mersîma sondxwarinê ve diçe.
Dewrûberên Kongresê hatine girtin, rê nayê dan, kesek nêzîkî avahî bibe, tedbîrên tund yên ewlekariyê bûye sedema nerihetî û metirsiya xelkê Washington.