Partîyên Rastgir di Hilbijartinên Parlamena Ewrupa de Serkeftinên Mezin bi Dest Dixin

Dîmenek Parlemena Ewrupa (PE) ya bi 720 endamî (Arşîv)

Partîyên rastgir yên tundrê li serenserî Ewrupayê di hilbijartinên Parlamena Ewrupa (PE) de serkeftinên mezin bi dest xistin û partîyên Lîberal û Kesk deng winda kirin. Di heman demê demê de dema partîyên navendî dîsa jî piranîya xwe ya li parlamenê parastin.

Li 27 welatên endamên Yekîtîya Ewrupayê (YE), jibo dîyarkirina 720 nûnerên Parlemena Ewrupa (PE) di navbera 6-9'ê Hezîranê de, hilbijartin hatin kirin.

Li Fransayê, Serokkomar Emmanuel Macron li hember hevrika xwe ya rastgir Marine Le Pen, bi têkçûneke berbiçav re rûbirû ma.

Partîya Le Pen, Yekîtîya Neteweyî (RN) ji sedî 31.5’an dengan wergirt û bi cudahîyeke mezin piranîya dengan bi dest xist. Partîya Macron, Ronesans, bi rêjeya 15.2 ji sedî di rêza duyê de cîh girt.

Piştî vê tekçûnê, Macron desthilatdarîya Parlemena Neteweyî ya Fransa betal kir û darxistina hilbijartinên pêşwext ragihand.

"Min peyama we, fikarên we bihîst û ez wan bêbersîv nahêlim," Macron got û anî ziman ku biryara hilbijartinên pêşwext pêbawerîya wî ya ser demokrasîyê destnîşan dike.

Serokê Fransayê Emanuel Macron roja Yekşemê lidarxistina hilbijartinên pêşwext ragihand.


Li Almanyayê, ku welatê herî mezin yê YE ye, Partîya Sosyal Demokrat (SPD) ya serokwezîr Olaf Scholz, bi 13.9 ji sedî ji dengan, encamên herî xirab yên di dîroka xwe de wergirt.

Hevbendên hikûmeta Scholz, Partîya Keskan (%11.9) û FDP ya lîberal jî (% 5.2) deng wergirtin, ku li gor encamên hilbijartinên PE ya 2019’an, têkçûnên eşkere ne.

Partîyên Yekîtîya Xiristîyanan (CDU-CSU) yên rastgir û navendî, bi giştî ji sedî 30.9 dengan bi dest xistin û hilbijartinên PE yê Almanya qezenc kirin. Li alîyê din, Partîya Yekîtiya Demokrat ya Xiristîyanan (CDU) ji sedî 23.7 û Partiya Yekîtîya Sosyal ya Xirîstiyanan (CSU) jî, ji sedî 6.3 dengan wergirtin.

Rêberên Partîya Alternatîf (AfD) li Almanya serkeftina xwe di dengdana Yekşemê de pîroz dikin.

Partîya Alternatîf jibo Almanya (AfD) ya ji sedî 16.5’an deng bi dest xist û bû duwem mezintirîn partî li Almanya.

AFD ku rastgir ya tundrê ye, li gor encamên di hilbijartinên PE’ê yên 2019’an de(%11), dengên xwe bi rengekî berçav zêde kir û serkeftineke girîng bi dest xist.

Li Îtalyayê, encamên destpêkê nîşan didin ku partîya serokwezîra rastgir Giorgia Meloni, Birayên Îtalyayê (FDL), ji sedî 28’ê dengan wergirtiye û desthilatdarîya xwe diparêze. Hevrikên Melonî yên çepgir yên navendî jî ji sedî 21-25 ê deng bi dest xistine.

Li Belcîkayê, partîya serokwezîr Alexander De Croo Open VLD" ya rastgir ya navendî bi rêjeya sedî 5.5 dengan, tekçûnek mezin dît. De Croo ji paşvekişîna xwe ragihand û got, " me winda kir."

Partîya neteweperest ya Flamanî N-VA (Hevbendiya Nû ya Flamanî) û partîya rastgir Vlaams Belang (berjewendiya Flaman) ku alîgirên parçebûnê ne, di hilbijartinê de serketin Flamanî ku alîgirê parçebûnê ne, serketinên herî mezin bi dest xistin.

Li Awusturya, Partîya Azadîyê ya rastgir ya tundrê bi rêjeya 25.7 ji sedî ya dengan bi serket. Partîya Konservatîf ya Gel ji sedî 24.7 û ya Sosyaldemokrat ji sedî 23.2 deng wergirtin.

Li Îspanya, partîya rastgir ya navendî ya opozîsyonê Partîya Gel (PP) bi têkbirina Partîya Sosyalîst ya Serokwezîr Perdo Sanchez, bû partiya yekê.

Partîya Vox ya rastgir ya tundrê jî di rêza sêyê de cîh girt.

Li Yunanistanê, partîya desthilatdar Demokrasîya Nû, bi ji sedî 28 dengan di rêza yekê de serketina xwe dîyar kir.

SYRIZA ya çep ji sedî 15, Pasoka sosyalîst ji sedî 13, ya neteweperest rastgir Çareserîya Yunanistanê ji sedî 9.5, Partiya Komunîst jî ji sedî 9 ya dengan wergirtin.

Li PE ku sazîya qanûndaner ya YE ye, encamên demkî nîşan didin ku du komên serekî û aligirê Ewrupa, Demokratên Xiristiyan û Sosyalîst, di hilbijartînên PE de serdestîya xwe parastin.

Xuya dike ku ev partîyana bi giştî 402 ji 720 kursîyên li PE qezenc kirine.

Demokratên Xiristiyan wê 189 (13 zêde), Sosyaldemokratan 135 (4 kêm) û koma alîgirên karsaziya Nûjen 83 (19 kêm) û Keskan 53 18 kêm) kursîyan bi dest bixin.

Çaverê ye ku rêberên partîyên li PE ne, wê îro Duşemê li ser avakirina hevbendîyan dest bi danûstandinan bikin.

Şîrovekar dibêjin ku danûstandinên rêberên jibo siberoja xebata li PE pir girîng e, jiber ku wê nîşan bidin ku ka gelo rastgirên tundrê wê karibin hemberî koma alîgirên Ewrupa bibin yek yan na.

Jêder: AP, AFP, Reuters