Almanya Dibêje Brîtanya Pêşengiya Firotina Eurofighteran Bo Tirkiyê Dike

Firokên Eurofighter Typhoon yên hêza berevaniya Îtalya.

Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz roja Şemiyê got ku projeyek radestkirina jetên Eurofighter bi hewldanek ji aliyê Brîtanya ve tê birêvebirin û hêjî di qonaxa destpêkê de ye.

Di preskonferansa hevpar de ya bi Serokê Tirkiyê Erdogan re li Stenbolê Scholz got "Ew proseke bi berdewamî dê di pêşveçûnê de be, lê niha Birîtanya pêşengiya wê proseyê dike."

Hikûmeta Brîtanîyayê yekser bersîva daxwaza şîroveyê li ser mijarê neda.

Enqerê par got ku ew bi Brîtanya û Îspanyayê re danûstandinan dikin, ji bo kirîna Eurofighter Typhoon, tevî ku Almanya li dijî wê fikirê ye.

Ji hingê ve, ti pêşveçûnek di proseyê de çê nebûye.

Erdogan ser pirsên girêdayî mijarê amaje bi nerazîbûna Berlînê da û di bersivadana pirsên di presskonferansê de ya bi Erdogan re li Stembol got:

"Em hêvî dikin ku hin zehmetiyan berê di rê de hebûn ji bo bidest xistina berhemên berevaniyê pêşkeftin çê bibin û zehmetiyan," li paş xwe bihêlin.

Roja Pêncşemê rayedarekî wezareta berevanîya Tirkîyê got, "Tirkîyê
bi armanca kirîna firokên plankirî lezê dike."

Firokên Eurofighter Typhoon ji hêla hin welatên Hevpeymaniya Ewrop ve têne çêkirin ku Almaniya, Brîtanya, Îtalya û Îspanya, ji şerîketên Airbus, BAE Systems û Leonardo ve tên temsîlkirin

Jêder: AFP/Reuters