Pêşbazîyên Euro 2024 li Almanya Germtir Dibin

Dema ku Jamal Musiala golê Almanya yê yekê hember Macaristanê tomar kir.

Lîstikên Kupaya Ewrupa (Euro 2024) li Almanyayê didomin, pê re jî asta pêşbazîya di navbera tîmên beşdar de bilindtir dibe.

Di lîstikeke Grûpa A de roja Çarşemê Almanyaya mêvandar bi du golan Maracistan têk bir û bi wê serkeftinê derbazî qonaxa 16’an bû. Li pêş 54 hezar handeran li stadyuma Stuttgartê, Almanya bi golên Jamal Musiala û Ilkay Gundogan serkeftina xwe misoger kir.

Di heman grûpê de, maça Skotlanda û Swîsra bi encama 1-1 bidawî bû. Lîstik li stadyuma bajarê Kolnê pêk hat û bêtirî 42 hezar temaşevan lê beşdar bûn. Bi vê encamê, Swîsra digihêje xala 4’an di grûpê de û Skotlanda jî xala xwe ya yekê di vê qehremanîyê de bidest dixe.

Di lîstikeke din ya roja Çarşemê de, her yek ji Kroatya û Albanya xalek bidest xist. Maça ku li bajarê Hamburg li pêş bêtirî 46 hezar handeran pêk hat, bi encama 2-2 dawî bû.

Di heman Grûpa B de, îro Pêncşemê maçeke çaverêkirî di navbera Îspanya û Îtalyayê de tê kirin. Herdu tîm di gera yekê de serkeftin bidest xistin û ev lîstik derfeta wan e ku serkêşîya grûpê bikin. Lîstik li stadyuma AufSchalke li bajarê Gelsenkirchen yê rojavayê Almanyayê pêk tê.

Herdu tîm du berbijarên serekî ne îsal jibo bidestxistina Kupaya Ewrupayê.

Di Grûpa C de du lîstik tên kirin. Ya yekê di navbera Slovenya û Serbistanê de û paşê Denmarka û Îngiltera tên pêş hev.