Îro Qonaxa 16’an ya Euro 2024 bi Dawî Dibe

Dîmenek ji lîstika Duşemê ya Portugal û Slovenya.

Coş û heyecana pêşbazîyên Kupaya Ewrupa (Euro 2024) ya futbolê li Almanyayê îro Sêşemê bi du lîstikên germ didome.

Di maça yekê de Holanda û Romanya li bajarê Munchen dilîzin. Di ya din de jî Awustrya û Tirkîyê li Leipzig derdikevin pêş hev. Ev lîstikên dawî yên qonaxa 16’an ne. Kî di van herdu lîstikan de biser kevin dê di qonaxa 8'an de roja Şemîyê bihev re bilîzin.

Di herdu lîstikên do Duşemê de, Fransa û Portugal piştî du serkeftinan êdî derbasî qonaxa 8’an bûn. Di maça yekê de ku li bajarê Dusseldorf pêk hat, Fransa bi golekî dawî li beşdarîya Belcîkayê di Euro 2024 de anî.

Di lîstika din ya Duşemê de Portugal bi penaltîyan zora Slovenya bir piştî ku dema orîjînal û zêdekirî 0-0 bidawî bûbû.

Heta niha tîmên di qonaxa 8an de pêşbazîyê dikin ev in:

Îspanya X Almanya (roja Înê dilîzin)

Portugal X Fransa (roja Înê dilîzin)

Îngiltera X Swîsra (roja Şemîyê dilîzin)