YE ji Kompanîyên Medya Civakî Dixwaze ku Naverokên Tundrê Zûtir Rakin

Parlamana Ewrupî biryarek pesend kir jibo ciza kirina şirketên mezinên weka Google, Facebook û Twitterê bi 4% ji dahatê wan eger babetên ku naverokê wan tundreyî ye hineyînin demjimêrekê piştî kû karibestên welatên Ewrupî wan agehdarî wan renge babetan dikin.

Parlamana Ewrupî ev biryar pesend kir çinko dibêjin ew şirket ji cem xwe pêngavên pêdivî navêjin divê pêvajoyê de. Çinko demjimêra yekem ya herî giringe jibo belavkirina van renge babetan li ser internetê.

Ev pêngava Ewrupiyan piştî kuştina 50 kesan bû di mizgeftên Musilamanan de li meha Adarê li New Zealand ku ew rûdan rastexwe li ser Facebookê hat weşandin. Li gora biryarê, ew şirket dê 4% ji dahatê xwe yê salê bidin, eger bi şêweyek sîstematîk û berdewam pêşêliya biryarê bikin.

Şareza dibêjin kêşe di cêbicêkirina biryarê de heye çinko dê cûdahî li ser naskirina naverokê karên tundrê û radîkal hebe.

Parêzer û siyasetvan Kameran Jikîkan dibêje ku ji welatên Ewrupî tê xwestin ku mekanizmayên rêgirtinê li wan babetan bidin şirketan evca daxwaza hilanîna wan bikin di demê demjimêrekê de.

"Ev pêngav bersiva daxwazên raya giştî ne, çinko xelkê Ewrupa ji karên tîroristî bêzar bûne û her kes dizane terorist qazancê ji internet dikin. "

Your browser doesn’t support HTML5

Kameran Jikikan