Welatên YE Peymaneke Nû ya Koçberî û Penaberîyê Pejirand

Koçber bi boteke digihêjin girava Lesbosê ya Yunanistanê, ku ji derya Ege Tirkiyê derbaz bûne, (2020, Arşîv)

Welatên Yekîtîya Ewrupa (YE) îro Sêşemê ser sîstema koçberî û penaberîyê peymanek nû ya berfireh pejirand ku wê di 2026’an de têkeve mêrîyetê.

Peymana Koçberî û Penaberîyê ji 10 beşên qanûnî pêk tê û jibo tevahîya 27 welatên YE rêgez destnîşan dike; pêyvojaya kêsên ku ku hewl didin bi qaçaxî têkevin nav axên wan, kontrol kirina wan kêsên qaçax, ji pîvanên jibo mafdarîya wan ya koçberî û penaberîyê heya dersînorkirina wan û gelek xalên din.

Macaristan û Polonya, ku ji mêj ve dijî mecbûrîya mazûvanîya yan parastina koçberan e dijî peymanê deng dan lê nikarîbûn wê asteng bikin.

Çavder bale dikşînin ser dema pejirandina vê peymanê ku li seranserî Ewupa di 6-9 Hezîranê de hilbijartinên giştî wê werin darxistin.

Ew dibêjin ku koçberî ji niha ve wek mijarek herî girîng ya serekî di kempenyên partîyên sîyasî de cîh girtîye. Loma, partîyên siyasî yên serekî bawer dikin ku peyman wê piranîya kêşeyên di navbera welatên YE de çareser bike, yên jiber piştî di 2015an de zêdetirî 1 mîlyon koçber derbazî Ewrupa bûn rûdane, ku piranîya wan ji şerê Sûrîye û Îraqê revîne.

Herwiha heman partîyên siyasî hêvî dikin ku pejirandina vê peymanê, wê rê li ber partîyên rastgir jî bigire, ku jiber koçberîyê dengên xwe zêde dikin.

Rêgezên sîstema koçberî û penaberîyê yên YE ev nêzî bîst sal in nehatine nûve kirin. Li gor pisporan ev sîstemji 2015’an ve hilweşîye; ya ser bingeha ku divê pêyvajoya koçberekî li welatê ku ewil têkeve were xebitandin- mafê penaberîyê were dayîn yan jî were dersînor kirin.

Li gor daneyan herî zêde Yunanistan, Îtalya û Malta piranîya barê darayî hilgirtine û hevdem bi nerazîbûna gel re rûbirûne. Ji wê demê ve, herêma bêkontrolkirina nasnameyan ku wek Herêma Şengenê tê zanîn, hate berfirehkirinê 27 welatan, ku 23 ji wan endamên YE ne.

Ev tê wê wateyê ku zêdetirî 400 mîlyon Ewrupî û mêvan, ku di nav de koçber û penaber jî hene yê, dikarin bê nîşandayîna belgeyên rêwîtîyê tevbigerin.

Di 2023’an de nêzîkî 3.5 mîlyon koçber bi rêyên qanûnî û nêzîkî 1 mîlyon kesên din jî bi qaçaxî hatine welatên YE.

Rexnegir dibêjin ku peyman wê rê weke ku welatên YE koçberan li ser sînoran dester bikin û şopa tilîyên zarokan tomar bikin.

Ew dibêjin ku peyman nû armanc dike ku mirovan li derve bihêle û mafê wan yê daxwaza penaberîyê binpê bike.

Gelek kes xembar in ku wê peyman destûr bide ku YE jibo ragirtina mirovan bi welatên xizan re peymanên bêwijdan çêbikin, welatên ku mirov diterikînin yan derbaz dibin da ku bigêhejin Ewrupa.

Jêder:AFP