YE Roja Pêncşemê Kombûneke Awarte ya ser Koçberîyê Pêk Tîne

Yekîtîya Ewrupa (YE) amadekarîya hilcivîneke du rojî ya derheqa cudabîrîyên ser koçberîyê dike ku roja Pêncşemê li Brukselê were kirin.

Helwestên cuda yên dewletên endam di demên dawîde gelek xwana bûne û givaştin li ser hevalbendî zêde dibe ku çareserîyekê bibîne.

Di bûyera herî dawî de keştîyeke penaberan ku ji Lîbya bi rê ketibû, ji hêla gemîyeke barhilgir hatibû rizgar kirin.

Îtalya destûr nedabû keştîya ku 100 penaber tê de hebûn, lê piştî çar rojan neçar mabû ku destûr bide wê ku têkeve bendera Pozzallo ya Sîcîlya.

Bajarvanê Pozzallo, Roberto Ammatuna ji nûçegîhanan re gotibû ku wî bi xwe daxwaz ji hikûmeta Îtalî kiribû ku rê bide keştîya asemayî.

Hikûmeta Îtalya ku ji koalîsyona La Lega ya rastger ya serokwezîr Matteo Salvini û ji tevgera Pênc Stêrk pêk tê, ji YE dixwaze ku li dijî koçberên neqanûnî helwesteke tund wergire.

Salvini roja Duşemê çûbû Lîbya û ji hikûmeta Lîbyayî xwestibû ku belemên penaberên û keştîyên hawarçûnê asteng bike û li hindurê Lîbya navendên komkirina penaberan veke, lê ew daxwaza hatibû red kirin.