Wateya Biryara Ewrupî ya Derbarê Osman Kavala Çi Ye?

Komîteya Wezîran a Konseya Ewrupa jiber ku Tirkîyê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrupa (ECHR) a derbarê berdana karsazê xêrxwaz yê Tirk Osman Kavala de neanî cîh, biryar da ku doz bo Dadgeha Ewrupa were veguhestin.

Ev biryar bi dengê piranîya endamên komîteyê ve hat standin. Berîya niha jî komîtê jiber Kavala dijî Tirkîyê pêvajoya binpêkirinê dabû destpêkirin û piştî vê yekê bi awayekî fermî ji Tirkîyê heta 19’ê Rêbendan’a 2022’an bersivek hatibû xwestin.

Tirkîyê jî ser vê daxwazê komîteyê di heman dîrokê de nêrîna xwe ya fermî ya derbarê Kavala de şandibû.

Lê vê carê eger ECHR biryara binpêkirinê bide komîte, wê dijî Tirkîye tedbîrên werin xwestin binirxîne.

Herwiha bi vê biryara nû ve girêdayî Wezareta Derve ya Tirkîye jî peyamek belav kir û got ku “Komîteyê bi biryara xwe mudaxaleya pêvajoya daraza serbixwe kiriye. Tirkîyê biryara ECHR’ê cîh aniye û Kavala jiber dozeke din a berdewam dike girtî ye.”

Parêzerê Kavala, Koksal Bayraktar jî hem li ser biryara komîteya Ewrupa hem jî ser gotinên Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan yên di derbarê Kavala de axifî. Bayraktar dîyar dike ku ev biryara komîteyê ji biryarên din cudatir e.

“Biryara dawî dide nîşan ku dadgehên Tirkîyê biryarên ECHR’ê nas nake û biryarên vê dadgehê binpê dike. Komîteyê niha bi van sedeman û jibo ku ev biryar were bicîhanîn ev biryar careke din şand ECHR’ê.”

Herwiha parêzer Bayraktar bi berdewamî jî anî ziman û got ku, eger ECHR biryara xwe wek `Tirkîyê binpêkirin` kiriye ragihîne, dê Konseya Ewrupa, di nav tedbîran rawestandina mafê dengdayîna Tirkîyê jî di nav de dikare hin biryaran bistîne.

Bayraktar jibo derxistina Tirkîye ji Konseya Ewrupa jî dibêje ku ev biryar hinekî zor e.

Li alîyekî din ve jî Bayraktar bal kişand ser gotinên Erdogan yên di got “Em vê biryarê qebûl nakin” jî û wî dîyar kir ku gotinên Erdogan bandora xwe ser biryarên dadgehên Tirkîyê dike.

“Ez dixwazim di çarçoveya hiqûqê de biaxêfim, gotin, nirxand, û şirovekirinên serok Erdogan yên ser biryarên ECHR’ê bandora xwe ser dadgehên Tirkîyê jî dike û hem jî li qada navnetewî jî bandorên neyînî ser Tirkîye dike.”

Hêjayî gotinê ye ku karsaz Kavala, jiber hewla derbeya leşkerî ya 15 Tîrmeh’ê 2016'an de bi îdiaya tawana “Bi zorê ji holê rakirina hikûmeta Tirkîyê” hatibû girtin.

Your browser doesn’t support HTML5

MEB_2_4_22_Biryara_ECHR_O_Kavala