YE Dijî Myanmarê Toleyên Nû Radigihîne

Yekîtîya Ewrupa (YE) dijî Myanmarê, ku rêbera wê ya hilbijartî Aung Suu Kyi sala 2021’an bi darbeya leşkerî hatibû gêr kirin, toleyên nû ragihandin.

Ew toleyên nû yên jiber tundûtûjîya zêde û binpêkirina zêde hatine ragihandin ya gera heftan in.

YE dîyar kir ku bi wan toleyan, ku bi tevahî dijî 99 kesan û 19 sazîyan hatine ragihandin, malhebûnî hatine cemidandin û rlwîtîya di ser YE hatiye sînordar kirin û jiber toleyan ew kes û sazî nikaribin ji YE alîkarî bistînin.

Myanmar ji darbeya 2021’an vir ve jiber tole û serîrakirinan di girjîyê de ye.

Artêşê di sala 2020’an de piştî serketina Suu Kyi ya di hilbijartinan de ew bi sextekarîyê tawanbar kiribû.

Çavêdêrên hilbijartinê dîyar kiribûn ku di hilbijartinan de ti delîla sextekarîyê nehatiye dîtin.

Jêder: Reuters