Kremlin: Alîkariya YE bo Ukrayna Dê Encamên Şer Neguherîne

Serokê Rûsya Vladimir Putin,di dema axiftinekê de

Berdevikê Kremlinê roja Çarşemê got ku alîkarîyên nû yên Yekîtîya Ewrupa (YE) bo Ukrayna wê ser encamên şer ti bandorekê nekin û lêçûnên wiha wê tenê ziyanê bide aborîya Ewrupa.

Rojnameya Financial Times roja Sêşemê ragihandibû ku YE jibo Kîevê paketeke nû piştgirîyê bi qasî 20.10 mîlyar dolarî amade dike.

"Ev pere wê nikaribe di şerê Ukraynayê de rêveçûna bûyeran biguherîne... Ev pere pirtir ziyanê dide aborîyên YE ku jixwe di demên dijwar re derbaz dibe," berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov got.

Peskov herwiha dîyar kir ku bacderên YE êdî fêm dikin ku pereyên wan ji hêla karbidestên Ukraynayî ve xelet têne xerc kirin.

"Hem Ewrupî û hem jî Amerîkî jixwe ji asta gendelîya li Ukrayna baş haydar in û ew fêm dikin ku rêjeyeke baş ya pereyên alîkarîyan tê dizîn," wî got.

Karbidestê Rûs dubare kir ku Moskow wê "operasyona xwe ya leşkerî ya taybet" heta ku tevahîya armancên xwe pêk bîne bidomîne.

Moskowê berî niha armanca xwe yên şerê li Ukrayna wek bêçekkirin û paqijkirina welêt ji Nazîyan rave kiribû.

Lê Kîev û hevbendên wê yên Rojavayî dibêjin ku Moskow li Ukrayna bi şêweyê împaratorî dagirkerîyê dike.

YE di 14’ê Berfanbarê de biryar da ku bi Ukrayna dest bi danûstandinên endamtîyê bike. Lê, nikaribû ku alîkarîyeke nû bi 50 mîlyar Euroyî ya bo Kîevê jiber dijberîya Macarîstanê bipejirîne.

Li ser ragihandinên gendelîyê, Kîev dibêje ku wê bi hemû hêza xwe bixebite ku gendelîyê ji holê rake.