Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand ku berpirsê siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropî Josep Borrell roja Şemiyê bi dîplomatkarê payebilind ê Îranê re hevdîtin kir, di demekê de ku Ewropa hewl dide kêşeya di navbera Tehran û Washingtonê de li ser nûvejandina peymana navokî bişkîne.
Amerîka di destpêka Hezîranê de got ku ew li benda bersivek çêker ye ji Îranê li ser nûvejandina peymana 2015an, ku li gorî wê Îranê bernameya xwe ya navokî li beramber rakirina cezayên aborî sînordar kir, bêyî pirsgirêkên "derve".
Wezîrê derve yê Îranê Huseyn Amirabdollahiyan hefteya borî bang li Waşintonê kiribû ku "realîst be". Waşinton di dema rêveberiya Trump de, sala 2018an ji peymanê derket û piştre cezayên tund li ser Tehranê sepandin.
Di meha Adarê de, hêviyên nûvejandina peymanê xuya bûn dema ku Yekîtiya Ewropî ya ku hevrîziya gotûbêjan dike, wezîr vexwendibûn Viyanayê da ku wê mohr bikin piştî 11 mehan ji danûstandinên nerasterast di navbera Tehran û rêveberiya serok Joe Biden de.
Lê danûstandin ji wê demê de rawestiyane, bi giranî li ser israra Tehranê ku Waşitonê supaya Pasdarên Şoreşa Îslamî ji lîsteya rêxistinên terorîst ya Amerîkî derxîne.
Du karbidestan, yek Îranî û yek Ewropî, berî sefera Borrell ji Reutersê re got ku "du mijar di nav wan de yek li ser cezayan maye ku were çareserkirin. Şîroveyên ku wezareta derve ya Îranê ne red kirin û ne jî piştrast kirin.
Fransa ku alîyekî lihevkirinê, roja Înîyê ji Tehranê xwestibû ku ji bo nûvejandina peymanê, qasî dikare sûdê ji seredana Borrell werbigire.
Çavkanî: Reuters