Ewropî Pabendbûna Îranê Bi Peymana Navokî Didin Ber Gumanan

Hêzên Ewropî roja Şemiyê "gumanên cidî" li ser dilpakiya Îranê di lêgerîna lihevkirina navokî de zêde kirin, û hişyarî da ku helwesta Tehranê vegerandina rêkeftina 2015an dixe metirsiyê.

Navbeynkarên Ewropî meha borî xuya bû ku di vegerandina peymana 2015an de pêşkeftinê bi dest dixin ji ber ku Îran bi piranî li ser deqeke dawîn a pêşniyarkirî razî bû.

Lê geşbînî kêm bû dema ku Amerîkayê bersivek şand, ku Îranê jî di encamê de bersiv da.

Di daxuyaniyeke hevbeş de roja Şemiyê, Fransa, Almanya û Brîtanya got ku pakêta dawî ya ku ji Tehranê re hate şandin, hêzên Ewropî "ji sînorê nermbûna wan derxistine ".

Wan got "Mixabin, Îranê hilbijartiye ku vê derfeta dîplomatîk a girîng bi dest nexe” û nirxandin ku "li şûna wê, Îran berdewam dike ku bernameya xwe ya navokî bi awayekî ji her sedemeke sivîl ya maqûl berfirehtir bike".

Tehran her weha mijarên têkildarî erkên xwe yên qanûnî yên pêgirî yên li gorî Peymana Belavkirina Çekan a ku bi çavdêriya enerjiya atomî ya Neteweyên Yekbûyî (IAEA) re hatine encamdan, ji nû ve vekirin.

Hêvî zêde bûbûn ku dibe peyman di dema serok Joe Biden de ku alîgirê vegerandina wê ye, were vejandin.

Li gorî peymanê, Îran dê ji sivikkirina cezayan sûd werbigire û dîsa bikaribe nefta xwe li seranserê cîhanê bifroşe di berdêla qedexeyên tund ên bernameya xwe ya navokî de.

Daxuyaniya sê hêzên Ewropî rojek piştî wê yekê hat ku wezîrê derve yê Amerîka Antony Blinken got ibû ku bersiva herî dawî ya Îranê li ser rêkeftina navokî gaveke ber bi paş ve ye.

Wî her weha hişyarî da ku Waşinton "ne amade ye bi peymanek ku daxwazên me yên bingehîn pêk nayne bipejirîne".

Çavkanî: AFP