Berpirsê Sîyaseta Derve yê Yekîtîya Ewrupa (YE) Josep Borrell got ku biryara Îsraîlê ya ser vekirina korîdorên nû jibo Gaza têra sekinandina birçîbûna li wir nake.
Borrell ji X’ê dîyar kir ku Îsraîl piştî kuştina 7 xebatkarên alîkarîyê yên WCK bi şermezarkirinan û bi zextên navneteweyî re rûbirû ma û neçar ma ku korîdoran jibo Gaza veke, lê ew ne bes in.
Wî got ku divê jibo herêmê biryara 2728 ya Civata Elwekarî ya Neteweyên Yekbûyî were ragihandin.
Serokê Konseya Ewrupa Charles Michel jî dîîyar kir ku krîza mirovahî ya li Gaza mezin e û got ku vekirina hin korîdoran têra sekinandina birçîbûnê nake.
Michel dîyar kir ku zarok û bebikên Gazayî jiber birçîbûnê dimirin û got ku divê birçîhiştin nebe rêkeke şer.
Îsraîlê dîyar kiribû ku ewê derîyê sînor yê Erezê bi awayekî demkî veke û ewê destûr bide ku ji bendergeha Ashdodê alîkarî derbaz bin.