Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand, ku Somaliya û Etiyopya dê roja Duşemê li Enqerê dest bi rêzeke nû ya gotûbêjan bikin bi mebesta kêmkirina aloziyên di navbera herdu welatan de.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hevdîtinên ku hatbûn plankirin ku di 2ê Îlonê de werin kirin hatine pêş ewê nûnerên herdu welatan roja Duşemê li Enqerê bicivin.
Armanca danûstandinan ewe ku rêyekê bibînin da ku Etiyopya bi rêya Somaliya xwe bigehîne avên nêvdewletî bêyî ku serweriya wê were binpê kirin.
Ji sala 1991ê ve ku Erîtreya jê veqetiya, Etiyopya welatê herî xwedî şêniya zêdebû li cîhanê bûyî ku rasterast girêdaneke wê avên derayê hebe.
Wezîrên Derve yên welatên cîran di 1’ê Tîrmehê de li Enqerê bi Wezîrê Derve Hakan Fîdan ku weke navbeynkar bû, yekemîn hevdîtin pêk anîbûn.
Fîdan di 3'ê Tebaxê de çû Etiyopyayê û bi rêveberên wê re hevdîtin pêk anî. Wezaretê got ku ji hingê ve bi Somaliyê re "di asta herî bilind" de têkilî hene.
Heta niha nehat zanîn ku dê kî beşdarî hevdîtinên roja Duşemê yên li ser tiştên ku Wezareta Tirkiyê wek "pêwîstî, nîgeranî û nêzîkatiyên her du welatan" bi nav dike, bibe.
Her du welatên ku di sedsala borî de du şer kirine, di meha Adarê de li hev kirin ku çareseriyek ji nakokiyên xwe re bibînin.
Li gor Wezareta Derve ya Tirkiyê "danûstandinên nerasterast" hetaq niha encamek erênî dernexisîye, wê îtîraf bi "zêdebûna rageşiya li herêmê" kir. Tirkiyeyê got ku ji bo weildanên navbeynkariyê wê ji welatên herêmê piştgirî girtiye.
Jêder: AFP