Li Lubnanê Çend Endamên Malbata Esed bi Pasportên Sexte Hatine Girtin

Malbata Esed, Sûriye

Jêderekî ewlekarî îro Înê ji kenala Al Hurra ya Amerîkî re gotine ku Saziya Ewlekariya Giştî ya Lubnanê hevjîna Drîd El Esed (Reşa Ednan Xizîm) û diya wê, û keça Drîd El Esed (Şems) tevî pasportên sexte hatine girtin.

Karbidestên ewlekariya giştî ya Lubnanê ew desteser kirin, piştî fermana girtinê ji dozgeriya giştî ya parêzgeha Cebel Lubanan derket.

Li gor jêderên Al Hurra, Reşa û Şems heta niha ji bo lêpirsînê di girtîne.

Navê Rif'at El Esed birayê biçûk yê Hafiz Esed mamê Beşar Esed weke tawanbar ji aliyê dozgeriya navnetewî ve tê xwastin.

Di Adara borî de, dozgerên Swîsrî behsa cîgirê serokê berê yê Sûriyê Rif'at El Esed kiribûn ji ber ku ew bi tawanên şer û tawanên li dijî mirovahiyê tê tawanbar kirin.

Dozgeriyê diyar kirbû ku Rif'at El Esed yê 86 salî, bi sûcdariya ku di meha Sibata 1982 ê de tawanên şer encam dane, dema ku ew berpirs bû ji tepeserkirina serhildana Îslamyan li bajarên Hums û Hema.

Derbeya Rif'at El Esed di sala 1984an de bi ser neket, dema birayê wî ketbû di nexweşxanê de, lê piştî têkçûna hewila wî ya guhertina desthilatê, ji bo Fransa hat dûrxistin.

Rif'at El Esed li Fransa jiber nerewatiya karanîna perê dewletê 4 salan hatbû girtin, piştî derketina ji girtîgehê birazayê wî Beşar Esed lêbûrîna wî qebûl kir û vegeriya Sûriyê 30 salên sorgûniyê bidawî kirin.

Navê Rif'at El Esed bi têkildariya karên ne rewa yên weke, şûştina pere û gendeliyê tê nasîn, li gor rojnama Wall Street sermayê wî digihîje 850 milyon dolaran.

Ji ber hebûna berpirsên Sûrî yên girêdayî rejîma Esed li Lubnanê mijara nîqaşa ye, bi taybet yên ku biryara girtina wan heye.

Ji hejî bîr xisitnê ye ku VOA ragihand bû ku dawiya hefteya borî xizmên welatiyên Sûrî yên ku li Lubnanê ji ber sedemên curbecur hatbûn girtin, wek piştgirîkirina komên çekdar li Sûriyê û plankirina êrîşên bombeyî li Lubnanê, roja Yekşemê li navenda bajarê Beyrûtê xwepêşandan hatbû li dar xistin û daxwza serbest berdana wan hatbû kirin.

Koma Îslamî, partiyeke siyasî ya Misilmanên Sunnî yên Lubnanî ye, xwenîşandan rêkxist bû.

Jêder: VOA/Alhurra