Hikûmeta Sûrî Pêşnîyara Amerîka û Rûsya Qebûl Dike

Hikûmeta Sûrî îro Sêşemê radigihîne ku ew pêşnîyara Amerîka û Rûsyayê ya “sekinandina neyartîyan” qebûl dike ku li ber e şeva Înê têkeve kiryarê.

Daxuyanîya hikûmeta Sûrî got ku wê artêş şerê xwe yê dijî terorîstên Dewleta Îslamî (DAIŞ) û grubên wek Nusra yên bi El Qaydê re peywendîdar, bidomîne.

Di plana pêşnîyarkirî de DAIŞ û Nusra cîh nagirin û komên din li Sûrîyê divê heta rojan Înê biryara xwe ragihînin.