Esad Ser Belavbûna Vîrusa Korona Hişyarîyê Dike

Serokê Sûrîyê Beşar Esad dîyar kir ku ger hejmara pêketîyên vîrusa korona zêde bibe û karên saxlemîyê giran bibin ewê ‘’bobelateke rast’’ çêbe.

Esad da zanîn ku li Sûrîyê hejmara pêketîyên vîrusa korona kêm e, lê ew ne dûrî metirsîyê ne.

‘’Ew hejmar dibe ku di çend rojan de ji nişka ve pir bilind bibin û em dikarin bi rewişeke dijwar re rû bi rû bimînin’’ Esad got.

Li gor agahîyên fermî yên Sûrîyê, li wir heta niha 44 kes bi vîrusa korona ketine û 3 kesan jiber wê jîyanên xwe ji dest dane.

Hikûmeta Sûrîyê di dawîya Adarê re derketina derve sînordar kiribû.